NY: Divê koçber bi dilxwazî vegerin herêmên xwe

22 mijdar 2019 00:52
NY: Divê koçber bi dilxwazî vegerin herêmên xwe

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku zêdetirî 11 milyon kes û zêdetirî 6 milyon pergende pêwîstiya xwe bi alîkariyê hene.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric di civîneke çapemeniyê ya li navenda Rêxistina Navdewletî ya New Yorkê ragihand, "Rewşa nêzî 3 milyon kesên li Idlibê û derdora wê ya li bakur-rojavayê Sûriyê (Rojava) û herwiha jî nêzî 1,6 milyon kesên koçberên hundirîn metirsîdar e."

Dujarric da zanîn: "Ji destpêkirina şerê ji dawiya Nîsana borî ve, Buroya Komseriya Mafên Mirovan lêpirsînek pêk anî ku zêdetirî hezar qurbaniyên sivîl bi encama şer de çêbûne, ji wan jî bi sedan kes zarok in."

Li ser binpêkirinên paqijiya etnîkî ya li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê jî Dujarric wiha got: "Ev bi xebata nûnerê Komseriya Kar û Barên Koçberan ve girêdayî ye ku NY bi israr e ku koçber bi dilxwazî û rûmet vegerin cihên ku berê ji koç bûne."