Nûnerên Kongreya Amerîka: Me bi hev re serê terorê kir û em bi hev re mirin

21 gulan 2019 22:51
Nûnerên Kongreya Amerîka: Me bi hev re serê terorê kir û em bi hev re mirin

PeyamaKurd – Nûnerên Kongreya Amerîkayê ji medya Kurdistanê re ragihandin ku pêwîste Amerîka piştevanî û alîkariyên bo Kurdan berdewam bike û gotin, “Me ligel hev şer. Em bi hev re mirin.”

3 endamên bi bandor di Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê de diyar kirin ku pêwîste Amerîka pêwendiyeke xurt bi Kurdan re deyne û piştgiriya wan bike.

Endamê Demokrat Hakeem Jeffries ji K24ê re got, “Girîng e ku Amerîka têkiliyeke bihêz û nêzîk bi gelê Kurd re pêk bîne. Me ligel hev şer kir. Em bi hev re mirin.”

Jeffries diyar kir ku Amerîka hevkariya Kurdan a di têkdana DAIŞê de pîroz dike û da zanîn, “Divê em jiyaneke aştiyane û aram ji bo Kurdan dabîn bikin.”

Endamê Komarî di Komîteya Derve ya Kongreyê de Steve Chabot jî bal kişand ser hevkarî û dayîna bedelên giran a Kurdan di şerê terorê de û got, “Kurd hevpeymanên mezin ên Amerîkayê bûn. Barên giran hilgirtin û di şerê dijî DAIŞê de hejmarek zêde ya Kurdan hatin kuştin.”

Chabot bi bîr xist ku divê em baweriyê bidin Kurdan ku ew ji aliyê ti dewlet û komên terorîstî ve nayên tehdît kirin.

Dîsa endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Komarî Steve Watkins jî da zanîn, “Pêwendiyên Kurdan û Amerîkayê pêwendiyên gelekî girîng in. Bi rastî jî gelekî zêde rêzê li gelê Kurd digirim ku bi salan min bi wan re kar kiriye.”

Steve Watkins herwiha bi bîr xist ku wî berê li Hewlêrê kar kiriye û hêzên ewlekariya Kurdistanê parastina wî kirine.