Kongreya Amerîkayê Hesdî Sebî xiste lîsteya terorê!

28 gulan 2018 16:22
Kongreya Amerîkayê Hesdî Sebî xiste lîsteya terorê!

PeyamaKurd- Kongreya Amerîkayê sê komên çekdar yên girêdayî bi Heşdî Şebiyê ve, xistine lîsteya terorê de.

Kongreya Amerîkayê sê komên çekdar yên girêdayî bi Heşdî Şebiyê ve yên bi navên Esayib Ehlî El-Heq, Tevgera Nuceba û Hîzbullaha Iraqê xistine lîsteya terorê de û ev biryar fermî hate weşandin.

Biryara ku ji aliyê kongreyê ve hate standin, ji bo Senatoyê hate rêkirin.

Heşdî Şebiya ku bi hinceta têkoşîna bi IŞÎDê re hatibû avakirin, ji aliyê Îranê ve tê organîzekirin û destekkirin.

Esayib Ehl El-Heq, Tevgera Nuceba û Hîzbullaha Iraqê berî niha Amerîka tehdîd kiribûn û gotibûn ku heke Amerîka ji Iraq û Sûriyê derneveke, ew ê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.