Nûnerê NYyê bo danûstendinên avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn serdana Samê dike.
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen bo danûstendinên avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn serdana Şamê dike.
Pedersen, dîplomatê çaran yê NYyê ku bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Sûrîyê danûstandinan dike.
Wî bi rêya Twitterê ragihand ku ew geşbîn e û hêvî dike ku peyvajoya siyasî bi pêş de bibe. Nûnerê NYyê herweha da zanîn ku ew ê ji bo bidawîkirina operasyona dijî Îdlibê jî çareserîyekê bibînin.
Rojnameya El Weten, ku piştgirîya hikûmeta Sûriyê dike, ragihand ku Pedersen dê roja Çaşemê bi rayedarên payebilind yên Sûriyê re bicive.
Pedersen roja Înê serdana Moskowayê kiribû û ji Rûsya bo bidawîbûna tundûtûjiya li Îdlibê piştgirî xwestibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin