Nûnerê ENKSê: Balyozê Amerîkî pistgiriya welatê xwe ji proseya siyasî ya Sûriyê re nîsan da

28 îlon 2021 15:39
Nûnerê ENKSê: Balyozê Amerîkî pistgiriya welatê xwe ji proseya siyasî ya Sûriyê re nîsan da

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û nûnerê ENKSê di wê hevpeymaniyê de Dr. Ebdulhekîm Beşar diyar kirine, şanda hevbeş a opozîsyona Sûriyê li New Yorkê do 27ê Îlonê bi Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî Richard Mills re civiya.

Beşar daye zanîn, di civînê de guftûgo di derbarê proseya siyasî ya Sûriyê û astengkirina rêjîma Sûriyê ji wê proseyê re û xemsariya Amerîka bi dosyaya Sûriyê û Yasaya Sîzer de hatin kirin.

Herwiha destnîşan kiriye, rewşa rojhilatê Firatê jî hate qalkirin û şanda opozîsyonê spasiya Amerîka ji bo şerê wê yê li dijî terorê û serperiştiya wê ji danûstandinên Kurdî – Kurdî kir.

Cîgirê Serokê Îtîlafê eşkere kiriye, guftûgo li rewşa Efrîn û Serê Kaniyê hate kirin û her du alî hevnêrîn bûn ku divê fişar li hemû aliyan bê kirin, ji bo xelkê wan bajaran bikarin bi ewlehî û aramî vegerin ser cih û warên xwe.

Beşar diyar kiriye, Balyozê Amerîkî piştgiriya welatê xwe ji proseya siyasî ya Sûriyê re nîşan da û tekez kir ku girîngîpêdana Amerîka ji dosya Sûriyê re kêm nebûye û fişara Amerîka dê berdewam be heta ku çareseriyek siyasî pêk bê.

Şandeke hevbeş a Îtîlaf û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê ji bo beşdariya di civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê ye. Ji ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro cihê xwe di wê şandê de digirin.