Leskerê Amerîkî yê ji bo pistgiriya Xezzeyê xwe sewitand mir
PeyamaKurd – Zilamê ku di cil û bergên leşkerî de xuya bû, xwe wekî "endamekî çalak ê Hêza Hewayî ya Amerîkî" da nasîn.
Vîdyoyek ku li ser înternetê hatiye weşandin nîşan dide ku leşker dema ku di bûyerê de tê şewitandin diqîre û dibêje "Fîlîstîna Azad". Piştî ku leşker xwe şewitand deqeyekê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê vemirandin.
Berdevka Hêza Hewayî Ann Stefanek piştrast kir ku "Hewavanek bi erkê çalak beşdarî bûyera îro bû."
Karbidestan îro Duşemê got, leşkerekî Amerîkî roja Yekşemê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Washington DC xwe şewitand û mir.
Vîdyoyek ku li ser înternetê hatiye weşandin nîşan dide ku leşker dema ku di bûyerê de tê şewitandin diqîre û dibêje "Fîlîstîna Azad". Piştî ku leşker xwe şewitand deqeyekê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê vemirandin.
Zilamê ku di cil û bergên leşkerî de xuya bû, xwe wekî "endamekî çalak ê Hêza Hewayî ya Amerîkî" da nasîn.
Berdevka Hêza Hewayî Ann Stefanek piştrast kir ku "Hewavanek bi erkê çalak beşdarî bûyera îro bû."
Balyozxaneya Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku ti karmendek birîndar nebûye û hemû sax in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin