Numan Kurtulmuş: Qanûna çarçove rêvebirên PKK nahewîne

12 tebax 2026 13:26

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku berpirsên payebilind ên PKKê dê ji 'qanûna çarçoveyê' ya ku ji bo pêvajoya aştiyê hate amadekirin dê îstîfade nekin.

Numan Kurtulmuş: Qanûna çarçove rêvebirên PKK nahewîne

RûpelNews - Li Tirkiyeyê 'qanûna çarçoveyê' ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de, ji bo bêçekkirina PKK û rakirina cizaya ser endamên rêxistinê hat amadekirin di 10ê Tebaxê de ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve bi 467 dengên 'erê' yên ji 592 parlamenteran hat pejirandin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş,  ji Ajansa Anadolu re derbarê 'qanûna çarçoveyê' de daxuyanî da.

"Hejmara dengên 'erê' ji hêviyên me gelek zêdetir e"

Kurtulmuş destnîşan kir ku ew dengên 467 parlamenteran gelek girîng dibînin û got: "Ev di siyasetê de piştgiriya ku piraniya mezin a gel daye Tirkiyeyeke ji terorê azad nîşan dide. Dibe ku di nav partiyan de nêrînên cuda hebin, lê 467 bi rastî hejmareke ku ji hêviyên me jî pir zêdetir e. Ew hejmareke ku pir kêm tê dîtin an jî tê bidestxistin."

"Yasa berpirsên payebilind ên rêxistinê nahewîne "

Kurtulmuş diyar kir ku 'qanûna çarçoveyê' 'qanûneke efûyê' pêk nayîne û destnîşan kir ku rêberên payebilind ên rêxistinê ne nikarin ji qanûnê îstifade bikin. Kurtulmuş wiha axivî:

"Ez bi îdiayên ku dibêjin ev qanûn qanûneke efûyê ye, ne razî me. Di qanûnê de hevokek tenê jî tune ye ku bibe sedema lawazkirina serweriya me ya neteweyî, yekîtiya me, yekparetiya me, an jî netewe dewlet û avaniya me ya yekparçe. Rêbertiya payebilind a rêxistinê di xala yekem de bi awayekî eşkere ji çarçoveya qanûnê hatiye derxistin. Ew bi awayekî pir zelal hatine derxistin."