Nirxandina Rûsyayê li ser mitabeqata Soçiyê
PeyamaKurd - Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê li ser bêçekirina navçe ya li Îdlibê ragihand, "Piştî 15ê cotmehê bi tevahî dê bikerhatî be, rojek an 2 roj dirêjbûna wê zehf ne girîng e,
Lavrov di civîna çapemeniyê da mijara sepandinên mitabeqata Soçiyê nirxand.
Lavrov bi bîr xist ku li gor mitebaqata Soçiyê pêvajoya bêçekirina Îdlibê ew ê di 15ê cotmehê da bi dawî bibe û wiha axivî: "Peymana li ser bêçekirina Îdliba herêma bêpevçûn tê bicîkirin. Di mijara hevkariya bi hemû komên li wê derê (Îdlibê) ra were kirin da hevkarên me yên Tirk rola sereke dilîzin. Agahiyên me piştrast dikin ku pêvajo qasî têra xwe pêş dike."
Lavrov got ku herêma tê bêçekirin dibê piştî 15ê cotmehê bi tevahî bikerhatî be, rojek an 2 roj dirêjbûna wê zehf girîng nîne. Lavrov wiha axivî: "Di her rewşê da ya girîng qalîteya vî karî ye. Ya girîng ew e ku kar dimeşe û em bi awayê çalak piştgiriyê didin hewlên hevkarên xwe yên Tirk."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin