NH: Pirsgirêkên Hewlêrê û Bexdayê ji ber nebicîhanîna qanûna bingehîne
PeyamaKurd- Nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî bo Iraqê taybet û hem seroka UNAMI yê Jeanine Hennis-Plasschaert, di civîna Neteweyên Hevgirtî de axifî û got:
“Pirsgirêkên Hewlêrê û Bexdayê ji ber nebicîhanîna qanûna bingehîne”
Jeanine Hennis-Plasschaert got ku çareseriya mijarê ew e ku muzakereyakî temamê mijarên bingehîn bixe nav xwe çêbibe. Nûnera NH ragihand ku qanûna destûrê di sala 2005an de hatiye nivîsandin û weha dewam kir:
“Di dawiya 15 salan de sîstema federal, enerjî, çavkaniyên xwezayî, deverên ku li ser wan arîşe hene û di mijara mafên terefan de, her dû alî negihan ti encamê. Niha her dû teref bo peymanekî bingehîn lihev kirin. Bi taybetî bo dayîna maaşên memûrên Herêma Kurdistanê pêngavekî başe û em destekê didin vê lihevkirinê.”
Nûner, di meha nîsanê de raporekî amade kiribû û tê de behsa pêvajoya têkoşîna bi gendeliyê ya hukumeta Herêma Kurdistanê kiribû, dubare behsa wê mijarê kir û got divê ji vê mijarê tawîz neyê dayîn.
Nûner her weha behsa koçberan kir ku li herêma Kurdistanê û Iraqê gelek koçber hene û di kampan de dimînin û got:
“Bêîstîqrariya li herêmê û şerên heyî nahêle ku koçber dagerin ser axa xwe. Bo çareseriya vê mijarê em bi hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Bexdayê re hevdîtinan dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin