Newsweek: Wê Îran êrîsî armancên 3 welatan bike
PeyamaKurd – Kovara Newsweek a Amerîkî ragihand ku pisporekî çalakiyên Îranê digel dîmenên peykan şopandine û delîlên ku Îran amadekariya êrîşkirina armancên 3 welatan dike bi dest xistine.
Li gorî rapora pisporê ku navê wî nehatiye dayîn, Îranê li bakurê Yemenê bi rêya Hûsiyan li wîlayeta Cevf fuzeyên xwedî menzîla 2 hezar kîlometran ên bi navê ‘Şahid-136’ û balafirên bê pîlot bicih kirine.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku armanca Îranê ya muhtemel êrîşên ser Îsraîl, Erebistana Siûdî û armancên Amerîkayê yên li Kendava Besrayê ne.
Herwiha dezgeha ragihandina Îsraîlê KANê jî di nûçeya xwe ya 3yê Çile de bal kişandibû ser ku îhtimal heye Îran bi rêya wekîlên xwe yên Yemenê bi moşekan û balafirên bê pîlot êrîşî Îsraîlê bike ku amadekariyan ji bo wê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin