New York Times: Biryar bo Kurda îxanet bo DEASê nîmet e
PeyamaKurd- Pisporên siyasî bo NYTê axifîn û li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê şiroveyan kirin. Lê rojname bi xwe vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê weha şirove kir: “Bo Kurda îxanet û bo DEAŞê nîmet e”
Li dora 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene û 12 baregehên wan yên girîng hene. DEAŞ ji niha de êrîş dike ser Kurdan û li Reqqayê kurdekî kuşt. Pisporên siyasî vekişînê weka terka HSDê ku rewtê PYD ye qebûl dikin. Lê bo DEAŞê ku hêj bi hezaran endamên wê hene, weka nîmet şirove dikin. Rojname weha dibêje:
“Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê tê vateya ku rê dide Tirkiyê da Binxetê îşxal bike. Eger îşxal destpêbike, wê HSD hêzên xwe yên ku bi DEAŞê re şer dikin, ji başûr vekişîne ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê û dê cepha DEAŞê vala bimîne. Di nûçeyê de cîh dane fikra dîrektorê grûba krîzê ya navdewletî û bakûrê Afrîkayê Joost Hiltermann ku weha dibêje:
“Biryara Amerîkayê bo Kurda felakete û eger alîkariya Amerîka nebe, wê Kurd li ber bayê bimînin.”
Di nûçeyê de tê gotin ku eger Tirkiye bikeve wê derê û kontrola 3 mîlyon Kurdan bixe destê xwe, wê karibe li ser masê bazarê bike. Hem di herêma Kurdan de li ser xetê petrola dewlemend ya binaxê heye.
HSD bi Şamê re di nava têkiliyeka baş de ye. Dikare bi Şamê re lihev bike lê di temamê Iraq û Sûriyê de li dora 20 heya 30 hezar endamên İŞİDê hene. Gelo wê İŞİD wan rihet bihêle an na.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin