Neteweyên Yekbûyî ji bo Afganên vegeriyane welat 10 milyon dolar terxan kir
21 mijdar 2023 23:49
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo welatiyên Afgan ên vegeriyane welatê xwe foneke 10 milyon dolaran veqetandiye.
Kordînatorê Alîkariyên Lezgîn di Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî de, Martin Griffiths ragihand ku wan 10 milyon dolar fon ji bo Afganên vegeriyane Afganistanê terxan kiriye.
Griffiths, li ser medya civakî ragihand ku ji nîvê meha Îlonê ve zêdetirî 300 hezar Afgan ji ser Pakistanê vegeriyane Afganistanê.
Herwiha diyar kir ku ji bo wan kesên vegeriyane jî ji fona lezgîn a alîkariya taybet 10 milyon dolar hatey terxankirin ku dê ji bo pêdawîstiyên wan ên bingehîn bê xerckirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Neteweyên Yekbûyî hejmara penaberên vegeriyane Sûriyê eskere kir
03 adr 2025
Jiyan
Neteweyên Yekbûyî bang li "wî welatî" kir!
19 hzr 2023
Cîhan
Nûnerên 15 welatên Neteweyên Yekbûyî serdana Samê dikin
27 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin