Neteweyên Yekbûyî bi mijara Rojava dicive

09 cotmeh 2019 20:47
Neteweyên Yekbûyî bi mijara Rojava dicive

PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi mijara êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê (Bakur-Rojhilatê Sûriyê) bi awayekî lezgîn dicive.

Hat ragihandin ku 5 welatên Ewropayê  Brîtanya, Fransa, Belçîka, Almanya, Polonya û Kûwetê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kirin ku bilez li ser mijara êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de bicive.

Hat zanîn ku dê civîn sibe Pêncşemê bê lidarxistin û dîplomatkarên welatan tê de mijara êrîşa Tirkiyê gotûbêj bikin.

Tê çaverêkirin piştî civîna sibe daxuyaniyek ji KENYê derkeve.