Nameya Rojava ji bo Tirkiye ji Neteweyên Yekbûyî re: Pêsî li sûcên...
PeyamaKurd – Endama Navenda Dîplomasiya Civakî ya Rojava Lolav Qamişlo ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku li gorî armanca damezrandina xwe tevbigere û pêşî li sûcên şer bigire.
Operasyonên Tirkiyê yên di 20ê Mijdarê de li dijî Rojava mehek li pey xwe hişt. Di pêşengiya Navenda Dîplomasiya Civakî ya Rêveberiya Xweser de ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nameyek bi îmzeya 300 rewşenbîr û rêxistinên ji 29 welatên cuda hate şandin û xwest êrîşên Tirkiyeyê bên rawestandin.
Endama Navenda Dîplomasiya Civakî ya Rêveberiya Xweser Lolav Qamişlo têkildarî nameya ku ji bo rawestandina êrîşan hatiye şandin ji M.A re axivî.
Qamişlo da zanîn, ev cara yekem e bi van êrîşan bi awayekî vekirî gel û qadên jiyanê tên hedefgirtin.
"Me biryar da ku em bêdeng nemînin"
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, di êrîşan de sîloyên genim ji bo ku gel bi birçîbûnê re têbikoşin hatine armanckirin û nexweşxane, cihên jiyanê, navendên sotemeniyê yên wekî petrol û kehrebê jî bûne armanc.
Ji ber vê yekê weke rêxistinên sivîl biryar dan ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û wiha got: “Me bi Navenda Dîplomasiya Civakî û 17 rêxistinan re dest bi daxwaznameyekê kir. Bi vê kampanyayê me xwest dengê xwe bigihînin dewletên navneteweyî. Ji ber vê sedemê me îmze wek name ji Neteweyên Yekbûyî re şand. "Erkê Neteweyên Yekbûyî rawestandina van tawanên şer e."
Qamişlo diyar kir, wan îmze tenê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re neşandine û got, wan ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re, ji Rêvebera Jinê ya Neteweyên Yekbûyî Sima Sami Bahous, ji Fionnuala Ní Aoláin, Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Pêşdebirin û Parastina Mafên Mirovan di Têkoşîna Dijî Terorê de û ji gelek saziyên li ser mafên mirovan dixebitin re şandine.
'Divê sûcên şer bên cezakirin'
Qamişlo da zanîn, divê NY di zûtirîn dem de bersivê bide serlêdanên wan û destnîşan kir ku ew ê rêyên dîplomatîk bimeşînin û ji bo rawestandina van êrîşan çi ji destê wan bê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin