Netanyahu sertê agirbestê eskere kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku her rêkeftina agirbestê li Şerîda Xezzeyê were kirin, divê mafê Îsraîlê ji bo careke din êrîşî Xezzeyê bike, heta ku armancên şer pêk werin.
Di dema ku hat ragihandin ku di muzakereyên di navbera Hamas û Îsraîlê de ji bo agirbest û pevguhertina girtiyan a li Xezzeyê pêşketin çêdibin, Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê di peymaneke muhtemel de tiştên ku ew dixwazin wek şertên bingehîn eşkere kir.
Netanyahu daxwaza yekem kir ku Îsraîl mafê êrîşa dîsa li Xezzeyê bigire heta ku bigihe armancên xwe.
Herwiha hat diyarkirin ku ji Misirê ber bi Xezzeyê "qaçaxçiya çekan" û bi hezaran endamên Hamasê yên çekdar wê destûr neyê dayîn ku vegerin bakurê Xezeyê. Di peymaneke muhtemel de hat xwestin ku hejmara girtiyên Îsraîlî yên ji Xezzeyê bên berdan heta hejmara herî zêde bê zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku plana ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qebûlkirin û ji aliyê Serokê DYA Joe Bîden ve hatiye pêşwazîkirin, "Armancên Îsraîlê yên di şer de di bin siyê de namînin."
Îsraîl diyar kir ku armanca wan ji êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê ew e ku "qaliyeta leşkerî ya Hamasê tune bike û rê nede ku Hamas careke din bibe hêza serdest li Xezeyê."
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî roja 19ê Hezîranê di hevpeyvîna xwe ya bi kanaleke televizyonê de ev daxuyanî dabû:
Wî diyar kir ku "ne mimkûn e Hamasê ji aliyê leşkerî ve bê îmhakirin, Hamas fikrek e" û wiha got: "Danîna armanceke wiha tê wateya xapandina raya giştî."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin