HSDê bîlançoya rojeke agirbestê eskere kir: 16 servanan can da, 3 birîndar bûn

21 cotmeh 2019 01:00
HSDê bîlançoya rojeke agirbestê eskere kir: 16 servanan can da, 3 birîndar bûn

PeyamaKurd - HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li gorî agirbestê tevdigerin, lê artêşa Tirk, hê jî êrîşên xwe didomîne û got: "Di encama êrîşan de 16 şervanên me şehîd û 3 şervan jî birîndar bûn.”

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD-QSD) bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

"Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin û hêzên me li gor wê tev digerin, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên alîgirê wê, êrîşên xwe didomînin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kirin û li rex wê jî gelek hêz şandin û li herêmên agirbestê amadekariyên leşkerî dikin. Li derdora gundên Hebeş û Şikêriyê, komên terorîst û artêşa dewleta Tirk a dagirker hewldan êrîşên nuqteyên hêzên me bikin. Li aliye din jî komên terorîst êrîşî nuqteyên me yên li cihên din kir û bi çekên giran êrîş kir û hewl da bi panzêran pêşde werin.

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û şer li wan nuqteyan rû da. Hêzên me hewldanên pêşveçûnê şikandin û hiştin ku paş ve bikişin. Lê piştî hewldanên wan hatin şikandin, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran topbaran kir. Tevî pêkanîna agirbestê ji hêla me ve li tevahî nuqteyan, lê artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora gundên Til Xinzîr, Elok belav kirin û her wiha jî hejmareke mezin ji çeteyan li wan nuqteyan bi hedefa êrîşkirinê, belav kir. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a hovane de, 16 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birînar bûn.”