Netanyahû plana agirbestê ya Amerîkayê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, plana Amerîkayê ya derbarê agirbesta Xezeyê de qebûl kir û ferman da şanda danûstankar a Îsraîlê ku amadekariyê bikin.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Netanyahû ligel şanda danûstandinan a ji Doha ya Qeterê vegeriyaye, wezîr û rayedarên ewlekariyê re civiyaye.
Hate diyarkirin ku li ser bingeha bi saxî serbest berdana 11 dîlên Îsraîlî û radestkirina cenazeyên dîlên Îsraîlî yên can dane, ferman hatiye dayîn ku muzakereyên agirbestê ji nû ve dest pê bikin.
Hêjayî gotinê ye, pêşniyar ji aliyê Nûnerê Serokê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ve hatibû kirin ku Îsraîlê ew plan qebûl kiriye. Li gorî planê agirbesteke 60 rojî tê pêşbînîkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin