Netanyahu li ser pêsniyara Hamasê: 'Nêaqilane'!
PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku wan pêşniyara agirbest û pevguhertina girtiyan bi Îsraîlê re ji navbeynkarên Qeter û Misrê re şandiye.
Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu daxwazên Hamasê wek "nêaqilane" nirxand.
Hamasê pêşniyara xwe pêşkêş kir
Hamasê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Tevgerê îro (14ê Adarê) li ser esas û bingehên ku ji bo lihevkirinê pêwîst dibîne, pêşniyareke berfireh pêşkêşî birayên navbeynkar (Misir-Qeter) kir."
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di pêşnûmeya ku tevgerê pêşkêş kiriye de dosyaya pevguhertina girtiyan jî heye, hat destnîşankirin ku Hamas wê her tim parastina mafên gelê Filistînê bidomîne.
Netanyahu: Nêaqilane!
Li gorî nûçeya kanala 12 ya televîzyona Îsraîlê; Qeterê bersiva Hamasê ya li ser peymana pevguhertina girtiyan ji Îsraîlê re ragihand.
Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Netanyahu di pêşnûmeya nû ya agirbestê û pevguhertina girtiyan de ku pêşkêşî navbeynkaran kiriye de gotiye ku Hamas "li ser pêşniyarên xwe yên neaqilane israr dike".
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku Netanyahu wê li ser rêkeftinê nûvekirinekê pêşkêşî kabîneya şer bike û wê roja Înê were nirxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin