Netanyahû: Li Îranê ti cihekî destê me negihiyê nîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di 79emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotarek pêşkeş kir.
Netanyahû di axaftina xwe de got, heta Hemas neyê tunekirin û ji bo bakurê Îsraîlê negihin armanca xwe, ew dê êrîşên ser Hizbullahê berdewam bikin.
Netanyahû, herwiha gef li Îranê jî xwar û diyar kir ku li Îranê ti cih nîne ku destê Îsraîlê negihiyê û got, Îran piştgiriyê dide rêxistina Hemas û Hizbulaha Lubnanê. Herwiha piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye Îran Îsraîlê tehdît dike.
Binyamin Netanyahu destnîşan kir, divê Hemas ji holê rabe û heta ku ew bigihêjin armancên xwe ew dê şerê Hizbulahê bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê wiha axivî: “Peyameke min ji bo zalimên Tehranê heye. Heger êrîşî me bikin em dê êrişî wan jî bikin. Li Îranê cihekî ku destên dirêj ên Îsraîlê negihêje nîne û ev ji bo tevahiya Rojhilata Navîn wisa.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin