Netanyahu ji bo gele Îranê peyama Newrozê belav kir

17 adar 2026 00:32

Piştî gotegotên dawî yên mirina wî, Netanyahu, ku bi carinan peyamên vîdyoyî belav dike, vê carê bi vîdyoyekê Newrozê li gelê Îranê pîroz kir.

Netanyahu ji bo gele Îranê peyama Newrozê belav kir

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek bi dîmen belav kir da ku tê de Cejna Newrozê li gelê Îranê pîroz bir.

Di peyama xwe de, Serokwezîrê Îsraîlê ji gelê Îranê re axivî û ji wan re aştî û hêvî xwest.

Di peyama xwe ya dîmen de, Netanyahu behsa kevneşopiyên kûr ên Îranê kir û diyar kir ku Newroz cejnek kevnar e ku sembola serkeftina ronahiyê li ser tariyê û qenciyê li ser xerabiyê ye. Netanyahu ji gelê Îranê re pîrozbahiyek xweş bi hezkiriyên xwe re xwest.

"Newroza îsal wateyek cûda heye"

Netanyahu behsa şer û aloziya li herêmê kir û diyar kir ku Newroz a îsal li gorî salên berê wateyek cûda hildigire. Wî ji gelê Îranê xwest ku cejna xwe bi malbat û hezkiriyên xwe re pîroz bikin.

Di dawiya peyama xwe de, Netanyahu rasterast ji gelê Îranê re axivî û ji wan re destpêkek nû ji bo Newrozê xwest. Wî hêviya xwe anî ziman ku sala nû azadî û hêviyê bîne.