Îsraîl: Em dê hestiyên Îranê bişikînin

10 adar 2026 17:56

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku ew bi hêvî ye êrişên hevpar ên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê xelkê wî welatî ew qasî bihêz bikin ku karibin “zincîra zilmê bişikînin.”

Îsraîl: Em dê hestiyên Îranê bişikînin
Benjamin Netanyahu

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro li Qudsê (Orşelîm) li gel birêvebirên nexweşxaneyan û pergala tenduristiyê ya Îsraîlê civiya. Di civînê de wî soz da ku êrişên li Îranê dê bidomin.
Serokwezîrê Îsraîlê got:

“Daxwaza me ew e ku gelê Îranê karibe zincîra zilmê bişikîne. Ev bi wan bi xwe ve girêdayî ye, lê ti guman tê de nîne ku bi rêya wan karên heta niha hatine kirin. Em ê hestiyên wan bişikînin û destê me jî amade ye bo êrişên zêdetir.”

“Em guherînê çêdikin”

Netanyahu ragihand: “Em guherînê çêdikin û her niha jî di pêgeha Îsraîlê de guherîneke mezin hat pêk anîn.”

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî, di roja yekem a şer de 28ê meha borî hat kuştin. Roja duşemê ya vê hefteyê, kurê wî Mucteba Xamaneyî wekî rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hat destnîşankirin.