Netanyahu: Em ê ji çem heta deryayê hemû erdan kontrol bikin!

20 rêbendan 2024 13:34
Netanyahu: Em ê ji çem heta deryayê hemû erdan kontrol bikin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya duh de bangên Amerîkayê yên ku "êrîşa Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezzeyê kêm bike" û "Piştî şer ji bo avakirina dewleta Filistînê gavan bavêje" red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî roja borî gotibû, Îsraîl bêyî ku rê li ber serxwebûna Filistînê veke, "tu carî ne xwediyê ewlekariya rastîn e".

Netanyahu di konfêranseke rojnamevanî ya li ser televizyoneke neteweyî de axivî û got "Êrîş wê nesekinin heta ku Hamas neyê hilweşandin û hemû dîl neyên rizgarkirin."

Netanyahu bi îdiaya ku "hebûna dewleteke Filistînî Îsraîlê dixe metirsiyê" da zanîn ku "Ji çem heta deryayê divê hemû erd di bin kontrola Îsraîlê de bin." Netanyahu got, "Em ê ji bilî serketina mutleq bi tiştekî din razî nebin."