NY bo Netanyahu: Serdana Sûriyê xeternak e

20 mijdar 2025 13:02
NY bo Netanyahu: Serdana Sûriyê xeternak e

PeyamaKurd – Serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo herêma tamponê ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, wekî "xeternak" hate binavkirin.

Stephane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de bersiva pirsan da.

Derbarê serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo herêma tamponê ya li Sûriyê ku piştî hilweşandina rejîma Esed ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin, Dujarric got, "Ev serdana giştî, bi kêmanî, xeternak e."

Dujarric bang li Îsraîlê kir ku rêzê li peymana vekişînê ya 1974an bigire û got, "Wekî ku hûn dikarin bi bîr bînin, Konseya Ewlekariyê, di biryara xwe ya dawî ya 2799an de, daxwaza serweriya tevahî, yekîtî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Sûriyê kir."

Piştre, Nivîsgeha Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Cîgira Nûnerê Taybet ê Sûriyê, Najat Rochdi, îro destwerdana serokatiya siyasî ya Îsraîlê bo nav axa Sûriyê û binpêkirina cidî ya serweriya Sûriyê şermezar kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, ji ber ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di biryara xwe ya 2799 (2025) de rêzgirtina xwe ya tevahî ji bo serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji nû ve piştrast kiriye, Rochdi bang li Konseya Ewlehiyê kir ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo rawestandina binpêkirinên Îsraîlê û misogerkirina pabendbûna bi Peymana 1974an bigire ser xwe.

Raportên çapemeniya Îsraîlê nîşan dan ku Netanyahu serdana herêma tamponê ya li Sûriyeyê kiriye ku ji Kanûna 2024an vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.

Hat ragihandin ku Netanyahu bi Wezîrê Parastinê Yisrael Katz, Wezîrê Derve Gideon Saar û Serfermandarê Giştî Eyal Zamir re bû.

Rêveberiya Îsraîlê ragihandibû ku ew ê ji Çiyayê Hermon (Cebel al-Sheikh) venekişe, ku di herêma tamponê de ye ku piştî hilweşandina rejîma Esed dagir kiriye.