Netanyahu: Dê berdewam êrişî Lubnanê bikin

09 nîsan 2026 13:09

Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu ragihand ku êrîşên li ser Lubnanê dê berdewam bikin.

Netanyahu: Dê berdewam êrişî Lubnanê bikin

RûpelNews - Di parvekirineke li ser medyaya civakî de, Netanyahu îdia kir ku di êrîşên herî dawî yên li ser Beyrûtê de kesayetekî girêdayî Hizbulahê hatiye kuştin. Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku operasyonên li dijî Hizbulahê dê berdewam bikin û got, "Em ê li her dera ku pêwîst be li Hizbulahê bixin."

Mijara agirbestê bûye cihê nîqaşan

Ev daxuyanî di demekê de hat ku nîqaş li ser qada agirbesta demkî ya ku li gorî ragihandinan di navbera Îran û Amerîkayê de li ser lihevkirin çêbûye, berdewam dikirin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, navbeynkarê agirbesta demkî ya ku di navbera Îran û Amerîkayê de – ku Îsraîl jî di nav de ye – li ser lihevkirina çêbûye, ragihandibû ku agirbest Lûbnanê jî di nav xwe de digire.

Lêbelê, Cîgirê Serokê Amerkayê JD Vance parastibû ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ne beşek ji agirbestiya demkî ya ku bi Îranê re hatibû lihevkirin bûn.
Di vê navberê de, Îranê diyar kiribû ku agirbest rawestandina hemû şer û dijminatiyan li herêmê, tevî Lubnanê jî, di nav xwe de dihewîne.