Netanyahu: Artêsa Îsraîlê derbên giran li Hizbullahê dan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di derbarê şerê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de got: "Îsraîlê derbeke pir giran ku qet xeyal nedikir li Hizbullaha Lubnanê da."
Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya îro de destnîşan kir ku Îsraîl, wê ji bo ewlehiya xwe hemû bergiriyan bigire.
Ev daxuyaniya Netanyahu, piştî hêrişa Îsraîlê ya li dijî Beyrûda paytexta Lubnanê û bi suîqestê kuştina Fermandarê Hêza Ridwan a hêza elît a Hizbûllahê Îbrahîm Akil hat.
Piştî ku Hizbullah danê sibehê bi gelek roket û frokeyên bêmirov hêrişî Îsraîlê kir, Îsraîlê bi hêrişên hewayî bersiv da Hizbullahê.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand piştî ku Hizbullahê di demjimêrên sibê de roketan avête hêzên Îsraîlê, wan ferman daye ku hemû dibistanên li herêmên bakurê welêt ên nêzîkî sînorê Lubnanê bêne girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin