Netanyahu: 700 endamên Hîzbullahê hatin kuştin

31 gulan 2026 16:14

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku li Lubnanê di şerê li dijî Hîzbullahê de 700 endamên Hîzbullahê hatin kuştin.

Netanyahu: 700 endamên Hîzbullahê hatin kuştin

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu qala operasyona artêşa xwe ya li Lubnanê kir û ragihand ku kelha Şakif a li başûrê Lubnanê ku xwediyê cîheke girîng a stratejîk e bi dest xistin.

Netanyahu behsa encama operasyona mehane ya li dijî Hîzbullahê kir û da zanîn di meha borî de nêzîkî 700 endamên Hîzbûllahê hatin kuştin. Li gor îddiaya Netanyahu ji destpêka şerê heta niha 8 hezar endamên Hîzbullahê hatine kuştin.

Ji aliyê din ve Hîzbullahê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî Îsraîlê operasyonên wan didome û li dijî leşkerên Îsraîlê bi moşekan êrîşan pêk anîne, ligel vê baregeheke leşkerî jî hat bordumankirin.