Netanyahu: 15 hezar endamên Hamasê hatin kustin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu di hevpeyvîna xwe ya bi kovara ‘Time’ê re, li ser êrîşên ser Xezzayê, li ser dijberiya navbera Îsraîlê û Îranê û babetên di rojevê de axifî.
Netenyahu got ku di êrîşên ser Xezzayê de, ji 7ê Cotmehê heya niha 15 hezar endamên Hamasê yên baksê leşkerî yên Tûgayên İzeddin el-Kassamê hatine kuştin.
Netenyahu got ku Îran, Hîzbûllah û Hûsiyên Yemenê eger bi koordîne êrîşê ser Îsraîlê bikin, wê Îsraîl karibe li hemberê wan şer bike û hêza wê heye. Li ser îhtîmala êrîşê, bê wê Îsraîl ji DYAyê alîkariyê bixwaze an na de pirsê bê bersiv hişt.
Netenyahu got ku di rabirdû de, ji ber pêngavên ku Îsraîlê avêt, dewlemendkirina Ûranyûmê ya ji terefê Îranê de paşde xistiye û ragihand ku ji bo ber li pêşdexistina çekên nuklerî yên Îranê bigre, dê her tiştî bike.
Li hemberê rêjeya Netenyahu ku dibêje wan 15 hezar endamên çekdar yên Hamasê an ku Tûgayên el-Kassemê kuştine, wezareta tenduristiyê ya li Xezzayê dibêje ku ji 7ê Cotmehê heya niha di êrîşên Îsraîlê de 16,314 zarok,10,980 jin bi temamî 39,699 kes hatine kuştin.
Netenyahu dibêje ku li gor şerên li welatên din yên di bajaran de, kesên sîvîl kêm tên kuştin an ku yeke yek tên kuştin (ji Hamasê yek û ji sîvîlan yek) lê her diçe ev nisbet dadikeve. Ev jî ji bo Îsraîlê serkeftinekiye.
Li ser zeka çêkirî ku dibe sedema kuştina gelek sîvîlan, li Xezzayê bikaranîiye an na de Netenyahu got ku wê behsa şiyanên îstîxbarata Îsraîlê neke.
Li ser kuştina İsmail Haniyye û fermandarê Hîzbûllahê Fûad Şukir, Netenyahu got ku di mijara guhertina esîran de, îhtîmala lihevkirinê zêde kiriye.
Netanyahu her weha got ku divê temamê esîran berdin û li Xezzayê divê Hamas di rêvebiriyê de nemîne û peymanekî weha dê qebûl neke.
Li ser desteka Fîlîstînê ya li Amerîkayê, Netenyahu got ku ew bawer nake babet li ser Îsraîlêye lê behtir li ser mijarên nav DYAyê bi xwe ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin