Nermîn Osman: “PDK û YNK dê di mijara Kerkûkê de lihev bikin.”
PeyamaKurd- Endama navendî ya YNK ê Nermîn Osman ragihand ku dê PDK û YNK di mijara Kerkûkê de lihev bicivin û dê lihev bikin. Nermîn Osman got ku dê li ser mijara Kerkûkê PDK, YNK û Bexda civînekî çêbikin. Nermîn Osman bo BasNewsê weha gotiye:
“Partiya Demokrata Kurdistanê û YNK xwediyên hêzin. Ez difikirim ku dê her dû partî li ser Kerkûkê û deverên di derveyê îdara Kurdistanê lihev bikin. Her weha xelkê Kurdistanê bi rizamendiyeka mezin avakirina hukumeta Kurdistanê pêşwazî dike û dê di civîna hilbijartina serokê herêma Kurdistane de, dê namzedê PDKê destek bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin