Nema jin herin Amerîkayê û zarokên xwe bînin dinyayê

24 rêbendan 2020 02:34
Nema jin herin Amerîkayê û zarokên xwe bînin dinyayê

PeyamaKurd- Li Amerîkayê qanûnekî heye ku her kî li ser axa Amerîkayê were dinyayê, ew zarok yekser dibe hemwelatiyê Amerîkayê. Ev bûye weka sektorekî û her kî bixwaze zaroka wê bibe hemwelatiya Amerîkayê, diçe li Amerîkayê zaroka xwe tîne dinyayê. Di vê mijarê de Koşka Sipî ragihand ku wezareta karên derve ya Amerîkayê, wê bo vîzeya demkî ya bi navê B-1/B-2 nema bide çi kesî.

Rêvebiriya Trump ji berê de difkirî ku rê li ber van tiştan bigre lê nizanibû çawa bike. Niha ev biryar derket. Koşka Sipî mijarê weha ragihand:

“Ji 24.01.2020 an û bi şûnde, wezareta karên derve ya Amerîkayê bo zarokên xwe li Amerîkayê bînin dinyayê û zarokên wan yekser bibin hemwelatiyên Amerîkayê, ew vîze ya ku bo vê yekê dihat dayîn, êdî nema bê dayîn.”

Ev mijara han li gelek welatan belave bû û dihat bikaranîn lê ji 24 ê mehê û bi şûnde nema karibin tişteka weha bikin.