Trump: Herin û petrola xwe ji Hurmuzê bînin!

31 adar 2026 15:33

Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî wan welatên ku di şerê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê derbarê Kendava Hurmuzê de dane destpêkirin, piştgiriya wan nekirine da û got, "Herin û petrola xwe bînin."

Trump: Herin û petrola xwe ji Hurmuzê bînin!

RûpelNews -  Serokê DYA Donald Trump di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê Truth Social parve kir, peyamek ji wan welatên ku di derbarê Kendava Hurmuzê de, ku Îranê girtîye, alîkarî nekirine re şand.  Trump wiha got:

"Ji bo hemû welatên ku ji ber Tengava Hurmûzê nikarin sotemeniya firokeyan peyda bikin, di nav de Brîtanya jî, ku red kiriye beşdarî operasyona êrîşkirina li dijî Îranê bibe, pêşniyareke min ji bo we heye: Ya yekem, ji Amerîkayê bikirin; me gelek heye; ya duyem, wêrekiya xwe ya derengmayî kom bikin, herin Kendavê û petrole ji xwe re bigirin. Divê hûn fêrî şerê ji bo xwe bibin; Amerîka dê êdî li wir nebe ku alîkariya we bike, çawa ku hûn ji bo me nebûn. Îran di pratîkê de hatiye wêrankirin. Beşa herî zor qediya. Herin û petrola xwe bînin."

Trump peyameke din parve kir, vê carê ji bo Fransayê got:

"Fransayê nehişt balafirên ku kelûpelên leşkerî dibirin Îsraîlê di asîmana wê re derbas bibin. Fransayê derbarê 'Qesabê Îranî' de, ku bi serkeftî hatiye ji holê rakirin, bi awayekî bi tevahî bêkêr tevgeriya. Amerîka dê vê yekê ji bîr neke."