Nedîm Zehawî bû namzedê serokwezîriya Brîtanyayê
PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Nedîm Zehewî yê kurd ku di dema kabîneya Boris Johnson de cî digirin, navê wî bo namzediya serokwezîrtiyê yê Partiya Muhafezekar hat tomarkirin.
Nedîm Zehawî ku bixwe ji Başûrê Kurdistanê ye, ji bo posta serokatiya Partiya Muhafazakar namzed û biryara di dengdana hikûmeta nû de, wek serokwezîr jî bê hilbijartin.
Roja 7ê Tîrmeha 2022an, Serokwezîr Boris Johnson, li ber ofîsa xwe li 10 Downing Street, rê da partiya xwe ku kesekî din ji bo serokatiya Partiya Muhafazakar hilbijêrin û li şûna wî bibe serokwezîr û da zanîn, heta ku partiya wî kesekî hilbijêre, ew ê li ser kar bimîne û "xizmeta gelê" Brîtanyayê bike.
Nedîm Zehawî jî bi daxuyaniyekê li ser planên xwe yên siyasî û rêveberiyê got, “Ez ê ji bo kêmkirina bacan û zêdekirina lêçûnên leşkerî kar bikim. Wê çaksaziyên ku di dema Wezîrtiya Perwerdeyê dest pê kiribû berdewam bike.
Nedîm Zehawî herwiha destnîşan kir ku armanca wî “Bicihkirina Keştiya Brîtanyayê û îstiqrara aboriyê ye.”
Nedîm Zehawî li ser cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir: “Spas ji bo Brexitê, em niha neteweyeke azad in, em dev ji axaftina derfetan berdin û ji wan sûdê werbigirin.”
Nedîm Zehawî li ser çaksaziyên ku wî di sektora perwerdehiyê ya Brîtanyayê de pêk anîne diyar kir ku ew dixwaze giraniyê bide ser derbaskirina zarokan û parastina wan ji axaftin û reftarên tundrew û çalakvanên rastgir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin