Necmedîn Kerîm nehatiye girtin: Agahiyên derbarê girtina wî de ne rast e

22 gulan 2019 13:57
Necmedîn Kerîm nehatiye girtin: Agahiyên derbarê girtina wî de ne rast e

PeyamaKurd - Ofîsa rojnamevanî ya parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûçeya desteserkirina wî li Berûda paytexta Libnanê red kir û ragihand, ev agahî ji ne rast e.

Şeva bihorî çend medyayên kurdî û erebî ragihandibûn ku Dr. Necmedîn Kerîm li balafirxaneya Beyrûda Libnanê hatiye desteserkirin.

Ofîsa rojnamevanî ya Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyeke nivîskî, ev agahî û nûçeyên di derbarê desteserkirina wî de red kir û ragihand ku Necmedîn Kerîm nehatiye girtin û ev agahî ji bo guherandina rojeva welatiyan hatiye belavkirin:

 “Necmedîn Kerîm bo karê xwe yê asayî û dîplomatîk, serdana derveyî welat kiriye û heftiya bê vedigere Kurdistanê.”

Necmedîn Kerîm heta berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Parêzarê Kerkûkê bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê û ji ber ku piştgirî li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiribû û zemîne bo sazkirina referanduma serxwebûnê li Kerkûkê amade kiribû û herwiha piştgiriya wî ji bo biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên Kerkûkê, hikûmeta Iraqê Necmedîn Kerîm ji kar dûrxisitbû û cîgirê wî Rakan Cibûrî weke parêzgarê bi wekalet ê kerkûkê diyar kiribû

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Kerkûkê û parêzgarê niha ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye danîn, nas nake û daxwaza asayîkirina rewşa vê parêzgehê dike.