Nêçîrvan Barzanî spasiya rêveberiya dam û dezgehên Silêmaniyê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Nîsanê peywendiyeke telefonî bi parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir re pêkanî û bi sedema xebatên rûbirûbûna vîrusa koronayê spasiya yekeyên îdarî û rêveberî yên Silêmaniyê kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê bi rêya telefonê peywendî bi Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir kir û ji ber “hewl û tedbîrên wan ên ji bo rûbirûbûna koronayê û parastina xelkê, spasiya wî û rêveberiya parêzgehê kir.”
Nêçîrvan Barzanî pêzanînê xwe anî ziman û “piştevaniya xwe bo parêzgarê Silêmaniyê, yekeyên îdarî û rêveberiya giştî ya tendirustiyê, hêzên navxwe, Asayiş û Pêşmerge û tevahiya saziyên xizmetguzarî, kargêrî, darayî û aborî û ewlehiyên parêzgeha Silêmaniyê” nîşan da.
Di vê peywendiya telefonî de, parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî spas û pêzanînên xwe û îdareya parêzgehê û komîteya bilind a operasyonên parêzgeha Silêmaniyê ya bo rûbirûbûna koronayê nîşan da.
Heval Ebûbekir herwiha Serokê Herêma Kurdistanê “ji rêkarên herî dawî yên li wê parêzgehê yên ji bo rûbirûbûna koronayê agahdar kir” û ragihand, ku proseya rûbirûbûna koronayê “bi awayekê serkevtî” birêve diçe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin