Neçîrvan Barzanî, serokê Hasdi Sabi Falih Feyyaz qebûl kir

05 rêbendan 2022 23:04
Neçîrvan Barzanî, serokê Hasdi Sabi Falih Feyyaz qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê serokê heyeta Haşdî Şabî Falih Feyyaz û heyeta pêre qebûl kir. Her dû alî li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêşdeçûnên siyasî yên li Iraqê axifîn.

Her dû teref li ser civîna parlementoya Iraqê ya piştî hilbijartinê axifîn û li ser avakirina hukumeta nû ya Iraqê dayînûsitendina fikrî kirin.

Falih Feyyaz û heyeta pêre bi serokê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî re jî hevdîtinekî kirin.