Nêçîrvan Barzanî sala nû li hemû Kurdistaniyan û penaberan pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber hatina sala nû ya 2020an peyameke pîrozbahîyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersalê de, bal kişand ser alozbûna Iraq û herêmê ku bandora xwe li Herêma Kurdistanê jî dike û got, em bi yekrêzî, yekîtî û yekhelwestiyê dikarin wan kêşeyan çareser bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê sala nû li hemû Kurdistaniyan û penaberên hatine Kurdistanê pîroz kir û pîrozbahiyên xwe yên taybet bo malbat û kesûkarên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pêşkeş kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya sala nû:
Sala nû li hemû Kurdistaniyan pîroz be, hêviya saleke tije şadî û serketin ji hemûyan re, ji cîhanê û mirovahiyê re bi giştî dixwazim. Pîrozbahiyeke taybet li malbat û kesûkarên şehîdan, li pêşmergeyên qehreman dikim, em bi rêz û şikodarî wan hemû ezîzan bi bîr tînin yên ku canê xwe gorî Kurdistanê û azadiyê kirin. Hêviya aramî û çareserkirna kêşeyan û qediyana krîz û aloziyan ji Îraqê re û aştî û aramiyê ji hemû gelê Kurdistanê, deverê û cîhanê re dixwazim.
Kurdistaniyên hêja,
Îraq û dever rewşeke aloz derbas dikin, bûyer û qewimîn bandora xwe li Herêma Kurdistanê jî dikin. Em bi yekrêzî, yekîtî û yekhelwêstiya xwe, dikarin berbirûyî hemû eger û pêşhatan bibin û bi hev re bigîjn perava aramiyê. Ji bona vê yekê emê bi hemû alî û pêkhatên Kurdistanî re hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û yekîtiyê bidomînin. Bi hêvî û geşbînî, berê me li pêşerojeke geştir e.
Ji bo Îraqê jî weke hertim emê alîkar bin û aliyên Îraqî han bidin ku hemû bi hev re erk û berpirsiyariyên xwe yên hevpar li hemberî welat pêk bînin, hemû kêşeyan bi diyalog û hevfêmkirinê li ser bingeha destûrê çareser bikin. Em ji hevpeymaniya navneteweyî jî dixwazin ku ji bo berbirûbûna terorê piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê bidomînin.
Em Kurdistaniyên hêja, hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê piştrast dikin ku Kurdistan dê weke hertim welatê maf û azadiyan ji tevan re û warê aram yê tenahî, bihevrejiyan û lêbuhrînê û pirrengî û tebayî û hevqebûlkirinê bimîne û emê tev bi hev re ji vê bonê bixebitin û van bingehan û vê kultûra xwe ya bedew biparêzin.
Sala nû li aware û penaberan li Herêma Kurdistanê, li hemûyan pîroz be, her di xweşî û şadiyan de bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/12/2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin