Nêçîrvan Barzanî: "Rêvebirên Bexdayê nikarin pêdiviyên xelkê bînin cîh"

23 rêbendan 2020 23:28
Nêçîrvan Barzanî: "Rêvebirên Bexdayê nikarin pêdiviyên xelkê bînin cîh"

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema tevlîbûna Forma Aborî ya Dinyayê li Davos a Îswîçreyê ye û pêwendiyên xwe dewam dike. Barzanî li Davosê di panelekî de axifî û got:

“Li Iraqê demeka nûh destpêkiriye û rêvebir nikarin bibin bersiva vê demê û pêdiviyên wan temîn bikin. Di navbera destpêka xwepêşandanên di cotmehê de û  yên niha de gelek ferq heye. Divê rêvebir pirsgirêkan çareser bikin.”