Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, nabe destkeftên Kurdan kêm bikin

05 mijdar 2019 20:54
Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, nabe destkeftên Kurdan kêm bikin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna îro ya digel hersê serokatiyên herêma Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Nêçîrvan Barzanî li ser hewlên guhertina destûra Iraqê got ku ‘pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, lê belê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye, bi taybet ku di wan salên dawî de bendên destûrê nehatin cîbicîkirin’ û wiha axivî:

“Heger mebest ji destkarîkirina destûrê ev be ku destkeftên Herêma Kurdistanê kêmtir bikin, Iraq seqamgîr nabe, lewma ez qet bawer nakim ku ti hêzek dest bo wê yekê bibe.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku îro bi amadebûna hersê serokatiyên herêma Kurdistanê û aliyên siyasî û bi beşdariya serokomarê Iraqê Berhem Salih ve civînek girîng derbarê rewşa niha ya Iraqê de hatiye lidarxistin.

‘Em piştgiriya daxwazên rewa yên xwepêşandanên Iraqê dikin’

Serokê herêma Kurdistanê ragihand: “Yekem, hemû beşdarvan hevdengbûn ku piştevaniya daxwazên rewa yên xwepêşanderên Iraqê dikin di pirsa xizmetê de û em wek herêma Kurdistanê piştevaniya daxwazên rewa dikin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Em wekî herêma Kurdistanê piştevaniyê dikin û hemû hewldanên me jî dê ew bin ku alîkariya hemwelatiyên Iraqê bikin, ku bi awayekî giştî li vê belaya niha ya heyî xilas bibin.”

‘Em piştevaniya temam didin çaksaziyên hikûmeta Iraqê’

Nêçîrvan Barzanî got, “Em piştevaniya temam bo çaksaziyên hikûmeta Iraqê dikin û piştevaniyê li mafên rewa û destûrî yên xwepêşandarên Iraqê dikin. Herwiha em parastina jiyan, mal û mulkê hemwelatiyên Iraqê jî girîng dibînin.”

‘Divê em li Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin’

Serokê Herêmê herwiha bal kişand ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdistanê û got, “Li Herêma Kurdistanê me ti pirsgirêkên mezin û cidî nînin, eger kêşeyek jî hebe, tekez bi diyalogê em dê çareser bikin. Divê em li Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin.”