Nêçîrvan Barzanî: Peyman destkeftiyeke dîrokî ya gelê kurd e
Di salvegerê Peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku peyman belgeyeke dîrokî ye ku mafên gelê kurd garantî dike û dersan ji bo avakirina aştiyê li herêmê dihewîne.
RûpelNews - Serok Neçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Peymana 11ê Adarê piştî Şoreşa Mezin a Îlonê di bin serokatiya nemir a Barzanî de derket holê. Barzanî diyar kir ku peyman di dîroka nûjen de belgeya yekem a fermî bû ku mafên gelê kurd nas kir û bingeha hemû destkeftiyên paşê yên Herêma Kurdistanê ava kir. Nêçîrvan Barzanî her wiha di nivîsa xwe de rêz li şehîd, têkoşer û Pêşmergeyan girt.
'Dîroka Iraqê tijî ders in'
Barzanî diyar kir ku Peymana 11ê Adarê ne tenê destkeftiyeke neteweyî bû, lê di heman demê de ji bo aştiyê û hevjiyana li Iraqê rêbernameyeke mînak pêşkêş kir. Lêbelê, wî tekez kir ku di dirêjahiya dîrokê de, vekişîna ji peymanê û siyaseta hêzê Iraq di nav dehsalên şer, wêranî û bêîstiqrariyê de xistiye.
'Divê hemû alî bi hestiyarî tevbigerin'
Serok Barzanî diyar kir ku herêm niha di nav hawîrdoreke pevçûnê ya aloz û xeternak de ye, hişyarî da hemû aliyan ku divê bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane kir. Barzanî tekez kir ku aramî dê bi rêya qebûlkirina dualî, sîstemeke federal û xurtkirina dadperweriyê pêk were.
'Yekîtî û hevgirtin bingehîn in'
Di dawiya peyama xwe de, Barzanî diyar kir ku wan yekîtî û hevgirtina di navbera partiyên Kurdistanê de wek garantiyek ji bo parastina pergala federal, destkeftiyan û ji nû ve pitraskirina mafên destûrî ye.
