Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya hunermend Sehram Nazirî kir

18 gulan 2022 18:17
Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya hunermend Sehram Nazirî kir

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya hunermendê Kurd, Şehram Nazirî kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêgeh û nav û dengê Şehram Nazirî, di qada neteweyî û navneteweyî de berz bûye û xelatên navdewletî yên ku wî bi dest xistine jî ji bo hemû Kurdan şanazî ye.

Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya Hunermendê Kurd ê navdar ê ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê kir. Hat zanîn ku di civînê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Alîkarê Wezaretê jî amade bûne. Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hevdîtina bi hunermend Şehram Nazirî re nîşan daye û pesinê xizmet, kar û berhemên wî dane.

Hat zanîn ku Şehram Nazirî jî spasî û pêzanînên xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî nîşan daye û ji ber rêzgirtin û xelatkirina xwe li Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêş kirine û tekez kiriye ku rêzgirtin û xelatkirina wî ya li Kurdistanê, ji hemû rêzgirtin û xelatên navdewletî yên ku li ser asta cîhanê pêşkêşî wî hatine kirin, watedartir û biqîmettir e.

Şehram Nazirî, di 16ê Gulanê bi merasîmekê li Hola Pêşewa Qazî Mihemed a Hewlêrê, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû xelatkirin.