Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sandeke Yekîtiya Ewropayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropayê çend mijar gotûbêj kirin û tekez kirin li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Ramon Bekova û şanda pê re kir.
Di civînê de herdû aliyan behsa wan kêşe û arîşeyan kir ku li berdem ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bûne asten û her du alî li ser lez kirin bo çareser kirina kêşeyên heyî û destpê kirina diyalogê bo damezrandina hikûmet û rola bibandor ya aliyên Kurdistanî jî bo ava kirina hikûmeta îraqê hemfikir bûn.
Di berdewamiya civînê de behsa hevkariyên YE yên di warê însanî û pêşde birina dezgehên hikûmeta Kurdistanê hate kirin û di vî warî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevkariyên YEyê bo Kurdistan û Îraqê bigirîng wesif kir û got: “Ew hevkariyên han bo wergirtina ezmûn û pisportiyê bo me gelek baş in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin