Yekîtiya Ereb Nêçîrvan Barzanî dawet kir Qahîrê

11 nîsan 2021 00:52
Yekîtiya Ereb Nêçîrvan Barzanî dawet kir Qahîrê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hevdîtinên zîncîre bi heyetekî Kurdistanê ve li Bexdayê ye. Îro sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb, Ahmed Ebu Gayt, li Bexdayê bi Barzanî re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de sekreter Ebû Gayt, Barzanî dawet kir bo navenda Yekîtiya Ereb ya li Qahîrê.

Li ser hevdîtinê ji nivîsîngeha serokwezîrtiya Iraqê bi awayeka nivîskî hat ragihandin ku hevdîtinên Bexda û Hewlêrê bo îstîqrar û aramiya Iraqê xizmetê dike.

Ebu Gayt got ku Iraq ji aliyê çavkaniyên mirovî û xwezayî de dewleteka dewlemende û bo çareserkirina astengiyan Yekîtiya Ereb destekê dide Iraq û Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got ku ew bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûra Iraqê de li Bexdayê ye û xwediyê wê îradê ne ku pirsgirêkan çareser bikin.