Nêçîrvan Barzanî li ser êrîsa terorîstên DAISê peyamek belav kir û sersaxî da malbatan

28 mijdar 2021 15:39
Nêçîrvan Barzanî li ser êrîsa terorîstên DAISê peyamek belav kir û sersaxî da malbatan

PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serxweşî û hevxemiya xwe ji bo kesûkarên şehîdên şeva borî yên Pêşmerge nîşan da û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser êrîşa terorîstên DAIŞê û şehîdbûna Pêşmergeyan peyamek belav kir û tê de got: “Sersaxî û hevxemiya ya kûr pêşkêşî malbatên wan Pêşmergeyên qehreman dikim, yên şeva borî dema ku bi hawara hevserngerên xwe yên Pêşmerge li Kulaco ve diçûne, şehîd bûbûn û giyanê xwe bexşandin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im, giyanên wan bi rehmet û dilovaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan ên serbilind. Hêviya çakbûna zû jî ji Pêşmergeyên birîndar re dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Firehbûn û berdewamiya êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak e û gef û metirsiyên rasteqîne li herêmê peyda dike. Ji ber wê, hevkarî û hevahengiya zêdetir a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyeke bilez û pêşîne ye.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Daxwaz dikin mekanîzma wê hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî aktîv û firehtir bibe û bi hev re bi hemû hêz û karînên xwe, rûbirûyî teroristên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin.”