Neçîrvan Barzanî êrîsa ser sefareta Amerîkayê sermezar kir
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa bi fuzeyan ya ser sefareta Amerîkayê ya li Xeta Kesk ya Bexdayê şermezar kir. Duhî bi şev bi 5 fuzeyan li sefareta Amerîkayê ya di nava Xeta Kesk de xistibûn ku temamê mîsyonerên dewletan di nava wê xetê de ne. Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî di mijara êrîşa fuzeyî de weha got:
“Êrîş bi xwe halê Iraqê yê niha, aramî û îstîqrara Iraqê û berjewendiyên Iraqê tehdîd dike û berjewendiyên Iraqê xistiye talûkeyê. Parastina ewlehiya balyozxaneyan û dîplomatan aîdê rêvebiriyê ye.”
Barzanî di peyama xwe de got ku divê kes îznê nede ku qanûnên navdewletî bên binpêkirin û dîplomat hedef bên nîşandan. Barzanî hişyariyê da ku Iraq nebe seha çareseriya şerê herêmî û navdewletî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin