Neçîrvan Barzanî, balyozên Amerîkayê û Yûnanistanê qebûl kir

29 rêbendan 2021 04:41
Neçîrvan Barzanî, balyozên Amerîkayê û Yûnanistanê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê li Bexdayê yê Amerîkayê Matthew Tueller û balyozê Yûnansitanê yê li Bexdayê Leonidas B. Contovounesios ji hev cuda seredana wan qebûl kir.

Nêçîrvan Barzanî ewilî bi balyozê Amerîkayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên duqolî, mijarên Iraq û herêmê kirin.

Barzanî her weha bi balyozê Yûnanistanê yê li Bexdayê re bi Leonidas B. Contovounesios re civiya. Di hevdîtinê de balyozê Hewlêrê Efthymios Costopoulos amade bû û bi sedema wexta wezîfa wî ya Hewlêrê qediya, Barzanî sipasiya wî kir û di karê wî yê nûh de jê re serkeftinê xwest.

Li civînê de behsa têkiliyên Bexda û Hewlêrê hat kirin. Têkiliyên duqolî û hilbijartinên Iraqê mijarên wan yên din bûn ku li serê axifîn.