Nêçîrvan Barzanî: Divê statûya Herêmê were parastin

19 adar 2026 20:46

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, ‘Herêma me di nava alozî û metirsiyên şer re derbas dibe.  Di vê rewşa hestiyar de erkê her kesî ye ku ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê bixebite.’

Nêçîrvan Barzanî: Divê statûya Herêmê were parastin

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, cejna misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir. Barzanî, bi taybetî cejna malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextewerî û serfiraziyê. Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê bibin fersendeke nû. Ev cejn dikare ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê bibe fersendek."

Daxwaza parastina statûya Herêma Kurdistanê hat kirin

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa herêmê û metirsiyên şer û got, ‘Herêma me di nava alozî û metirsiyên şer re derbas dibe. Di vê rewşa hestiyar de erkê her kesî ye ku ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê bixebite. Divê em li hemberî astengiyan bi berpirsiyariya dîrokî û niştimanî tevbigerin."

‘Gelê Kurdistanê dê qonaxên zehmet derbas bikin’

Nêçîrvan Barzanî, di gotinên xwe de peyama hêvî û yekdengiyê da û wiha dawî li peyama xwe anî: ‘Em bawer in ku gelê Kurdistanê dê bi berxwedan û yekdengiyê vê qonaxa zehmet jî derbas bike. Hêvîdar im ji bo her kesî cejna xêr û bexteweriyê be. Cejna we pîroz be."