Nêçîrvan Barzanî bi wezîra karên derve ya Swêdê re civiya

22 rêbendan 2020 01:55
Nêçîrvan Barzanî bi wezîra karên derve ya Swêdê re civiya

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê bi wezîra karên derve ya Îsweçê bi Ann Linde re civiya. Her dû alî bo tevlîbûna forma 50 emîn Forma Aboriyê ya Dinyayê li Davosê ne.

Nêçîrvan Barzanî bi sedema têkoşîna li dijî İŞİDê desteka ku Swêd daye koalîsyonê û desteka ku bo penaberan daye herêma Kırdistanê sipasiya wezîra karên derve ya Swêdê kir. Barzanî daxwaza pêşdebirina têkiliyê navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê kir.

Her dû alî her weha li ser zêdebûna tehdîda terorê, xwepêşandanên ku li Iraqê diqewimin û halê koalîsyona navdewletî ya li herêmê axifîn.

Wezaîra karên derve ya Swêdê Ann Linde, behsa girîngiya rola herêma Kurdistanê ya di têkoşîna li dijî DEAŞ ê de kir. Linde, di dewama axaftina xwe de behsa rola herêma Kurdistanê di parastina civakên olî yên cuda û hewandina koçberan de, sipasiya xwe bo Nêçîrvan Barzanî ragihand.