Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonî rewsa kampa Sariya pirsî

05 hezîran 2021 16:32
Nêçîrvan Barzanî bi pêwendiyeke telefonî rewsa kampa Sariya pirsî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî, bi Parêzgerê Duhokê Elî Teter re li ser rewşa kampa Şariya ya koçberên Êzîdî ku di encama şewatekê de, hejmarek koçber birîndar bûbûn û ziyaneke zêde gihîştibû wargehê, axivî.

Serok Nêçîrvan Barzanî, amadehiya xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyek û yarmetîdana lêqewimiyan û kampê dûpat kir û aliyên pêwendîdar raspard, ji bo ku her çi pêwîst e ji bo bi hanaveçûn û yarmetîdana wan bê pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Parêzgerê Duhokê spasî, pêwendî û bi dûvdaçûna Serok Nêçîrvan Barzanî kir û rewşa dawî ya pêşhata lêqewimiyan û kampê û hengav û rêkarên karkirina li gel rewşê de, ew agahdar kir.