Nêçîrvan Barzanî bi Nesir Heyder Ebadî re civiya

15 tîrmeh 2021 13:04
Nêçîrvan Barzanî bi Nesir Heyder Ebadî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do bi Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re civiya û herdu aliyan di civînekê de rewşa siyasî, emnî û aborî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, do di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî “rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê” gotûbêj kirin û tekezî li ser “girîngiya berdewamiya gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê kirin.”

Herdu aliyan herwiha di vê hevdîtinê de, alîkariya hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina krîzan û çareserkirina pirsgirêkên welat bi girîng dîtin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî herwiha behsa proseya siyasî û hilbijartina pêşwext li Iraqê, metirsî û gefên terorê û têkoşîna li dijî DAIŞê jî kirine.

Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê pêştir ê Iraqê Heyder Ebadî, bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye û li Silêmanî û Hewlêrê hejmarek hevdîtin bi berpirsên siyasî yên Kurdistanê û serkirdeyên partiyên siyasî re pêk aniye.