Nêçîrvan Barzanî bi komisyona karên derve ya Almanya re civiya
PeyamaKurd – Heyeta Almanya ya ku ji parlementeran pêkdihat, di bin serpereştiya cîgirê serokê komisyona karên derve ya Almanya Thomas Erndl de li Munîhê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Heyet, şerê Herêma Kurdistanê bi IŞİD ê re û li hemberê terorê bilind nirxand. Behsa rola Kurdistanê di têkbirina IŞİD ê de kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê ragihandina xwe weha kir:
“Heyeta Almanya, bi heyeta Kurdistanê re ya di bin serpereştiya Nêçîrvan Barzanî de, li ser têkiliyên Almanya bi Herêma Kurdistanê re, têkiliyên bi Iraqê re, pirsgirêkên navbera Iraqê û Kurdistanê, têkoşîna bi terorê re, talûke û tehdîda IŞİD ê, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dewletên cîran re axifîn.”
Nêçîrvan Barzanî bi sedema parlementoya Almanya komkujiya Êzîdiyên Kurd wek komkujî qebûl kiriye û biryarê daye û di çarçova koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê de destekê daye Kurdistanê sipasiya wan kiriye.
Heyeta Almanya jî di têkoşîna li dijî terorê de têkoşîna Herêma Kurdistanê û rola Kurdistanê di têkbirina IŞİD ê bilind nirxand. Hat ragihandin ku Almanya girîngiyê dide têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re. Heyeta Almanya her weha ragihand ku destekê didin çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê di rêya diyalog û aştiyê de.
Piştî hevdîtina bi heyeta Almanya ya têkiliyên karên derve re, dîplomasiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî dê dewam bike. Konferansa ewlehiyê ya Munihê heya 19 ê mehê dê dewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin