Neçirvan Barzanî : Bajêrê Silêmaniyê paytexta rewsembîrî ye

14 mijdar 2023 17:18
Neçirvan Barzanî : Bajêrê Silêmaniyê paytexta rewsembîrî ye

PeyamaKurd -Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera avakirina Silêmaniyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî salvegera 239 emîn damezrandina Silêmaniyê pîroz kir û ragihand ku xelkê ezîz yê bajêrê Silêmanî di dîroka Kurdistanê de ji bo azadî û serfirazî   xwediyê xebat û qurbanîdayîna ne. 

Barzanî di peyama xwe de, balê kişandiye ku bajêrê Silêymanî wek paytextê rewşembîrî yê Kurdistanê ye û ji bo Silêmanî û hemû bajêrên Kurditanê hêviya pêşketin û serfiraziyê kir.